Ziman hebûn e
Şerefxan Cizîrî di sala 1955an de li Qamişlo hatiye dinyayê lê zarotî û xortaniya wî li Nisêbînê bihurîye. Di sala 1975an de koçî Swêdê dike û di ber xwendina xwe re bi awayekî aktîf dikeve nav partiya çep ya Swêdê. Ew sê dewran serokatiya şaredariya Huddingeyê dike. Wî heta niha bi kurdî û tirkî li dor deh kitêban nivîsandiye. Cizîrî vegeriyaye welêt, li Diyarbekirê dijî û berdevkê platforma zimanê kurdî ye.
Gelek dîtin li ser mafên mirovan hene. Lê ev dîtin hemû jî di dîtinekê sereke de komî ser hevdû dibin: Mafê mirovan - weke ku tê zanîn - ji bona hemû mirovan e. Mafê ziman jî ji bona hemû mirovên ku di kontekstên kulturî de bi zimanekî etnîk diaxivin derbas dibe. Eşkereye ku zimanê mirovan jî mafeke mirovî, civakî û kulturî ye. Hemû mirov ji çêbûna xwe de xwedîyê zimanekî dîyar in. Ev zimanê dayîka wana ye. Nasname û hebûna wana ye. Bi zimanê dayîka xwe perwerdebûn jî dîsa mafêkî mirovî, civakî û kulturî ye. Em ji kijan mirovên medenî bipirsin, bila bipirsin, wê bêşik ew ji me re bibêjin; mafê hemû mirovan heye ku bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin.
Tê zanîn ku Mafên mirovan ji alîyê gelek sazîyên navnetewî de hatine pejirandin. Di nava belgenameyên Koma Miletan de, Yekîtiya Ewrupa de, di Deklerasyona Mafên mirovan de, di tevgirêdanên olî de, di Quran û ayetên mislimanan de ev mafê ziman zelal hatiye formulekirin. Hebûna ziman û miletan di Quranê de weke nişane û berhemê Xweda tê pejirandin. Gelek dîtin û raman di vê mijarê de hatinê pêşkêşkirin. Li mixabin mislimanên Tırk, Faris û Ereb ne li gora mafê mirovan û ne jî li gorî pirtûkên xwe yên olî dimeşin. Gava ku pirs tê ser mafê zimanê Kurdî Xweda û Quran jî tên jibirakirin!..
Piştî damezrandina Komara Tirkiyê di sala 1923 de, dewleta Tirk biryara xwe da ku Kurdan asimîle bike. Bi hemû dam û dezgehên dewletê de, bi hemû derfetên xwe yên ekonomî, leşkerî û ideolojîkî xwestin Kurdan weke milet tüne bikin. Kurdan bikin Tirk û zimanê wan ji bikin Tirkî.
Hilbet, vê daxwaza xwe bi darê zorê xwestin pêkbînin, lê carna rêbazên nerm jî bikartanîn. Armanca wana ya sereke di pirsa Kurdan de asimîlasyona Kurdan bû. Ji bona asimîlasyona Kurdan jî pêşî dest avetin zimanê Kurdî. Li pêşîya asimîlasyona Kurdan dewleta Tirk zimanê Kurdan weke astengekî giring dinirxandin. Ji ber vê yekê jî xwestin pêşî zimanê Kurdî ji holê rakin, Kurdan bi rêbazên ne mirovî asimîle bikin. Gava ku li hesabê wana hat gotin zimanê Kurdî tüneye, zimanê Kurdî biçûk dikirin, qedexe dikirin, yên ku bi zimanê xwe di axivîn jî ceza didan wan. Ceza didan zimanekî ku fermî li welatê wana tüne bû! Gav bi gav zimanê Kurdî jî jiyana civakî û xwezayî xwestin bi dûr bixînin. Bi hemû haweyan asteng li pêşîya medya Kurdî derdixistin, pirtûkên Kurdî qedexe dikirin, stranên Kurdi qedexe dikirin, axavtina bi Kurdî qedexe dikirin, bi kurti di hemû tevgirêdanên civakî de zimanê Kurdî tüne dihesibandin. Înkar kirina ziman û welatê Kurdan bibû weke nexweşiyeke siyasî.
Bêyî mıbalexe mirov dikare bibêje; li himberî zimanê Kurdî saziyên dewletê şereke îdeolojîk û kulturî destpêkiri bûn. Hemû derfetên heyî dihatin bikaranîn. Ev şer bêyî pîvanên mirovî dimeşiya.
Li derveyî aqilan birêve diçû. Îcazeta hemû rêbazan jî li gorî wana mesrû bû. Hemû rê û rêçik realîze dikirin. Lê heta nûha ji ev şer bi timamî li Kurdistanê biserneketiye. Kurdan jî li miqabilî dijwarîya ku dihate bikaranîn xwe diparastin, gelek rewşenbiran bi Kurdî dinivîsandin, pirtûk, kovar rojname diweşandin. Gel li mala xwe û bi maliyên xwe re bi Kurdî di axivîn. Navê Kurdî li zarokên xwe dikirin. Helbestvanan bi Kurdî helbest dinivîsandin. Stranbêjan stranên xwe bi Kurdî digotin û li himberî asimîlasyona zimanê Kurdî helwesteke Kurdî pêşdixistin. Kurdan ji bona nirxên kultur û zimanê xwe bi rêbazên cüda liberxwe didan. Îro ji ev xebat berdewam e. Xebata ku dibin navê li zimanê xwe xwedi derketinê de ketibû pratîkê, gelek caran li derveyî Kurdistan jî berdewam dikir. Kurdan li derveyî welatê xwe ji zimanê xwe diparastin. Swed, di vê mijarê de mînakeke helî balkêş bû. Piştî salên 80 yan li Swedê xebata ziman û rewşenbîrtiya Kurdî baş gêş bibû. Îro hemû Kurd bi vê yekê şanaziyê dikin.
Li dinyayê her milet, kom û şexs bi zimanê xwe şanazîyan dikin. Bi zimanê xwe berheman diafirînin; şano, stran, sînema, perwerde, edebîyat, medya, lêkolîn û xizmetên olî bi zimanê dayîkê wateyeke netewî digirin. Ev berhem û çalakî dibin kultura netewî û hevbeşîyekê di nava mirovan de ava dikin. Ji ber ku berhemên zimanî nasname û hebûna mirovan e, hebûna miletan e. Hemû gel û netewe bi zimanê xwe tên nas kirin. Gava ku ziman ji destê mirovan çû, mirov asimîle bûn, bi wextê re miletbûn jî ji holê radibe. Ev rastî îro vekirî û beloq li pêşberî Kurdên Tirkîyê rawestiya ye. An wê Kurd demildest xwedî li ziman û kultura xwe derbikevin an jî wê bi tunebûnê re rûberû bibin. Zimanê Kurdî zimanê hemû Kurda ye û ji ber vê yekê jî, divê Kurd li derdora mafê zimanê xwe kom bikin û doza mafê zimanê bixin rojeva civaka navnetewî.
Heke em nexwazin bibin kujerê miletekî qadim li Rojhilata Navîn divê em xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Ji ber ku ev erkeke mirovî, şaristanî û dîrokî ye. Zimanê Kurdan hebûna Kurd ye. Civaka navnetewî divê bi erkên xwe yî mirovî rabe û pirsa zimanê Kurdî di qada xwe de derxîne pêşberî pêwendiyên navnetewî.
Ji bona mînak; gelek caran gava ku rayedarên Tırkiyê derdikevin welatê Ewrupa, li wir vekirî dibêjin; asimîlasyon sucekî mirovî ye! Lê gava ku vedigerin welatê xwe, wan ditînana tew ji binî de jibira dikin! Gotin û dîtinên xwe jibir dikin û asimîlasyona li ser Kurdan berdewam dikin! Di pirsa zimanê Kurdî û asimîlasyonê de cot standartı li ba rayedarên Tirkan gelekî eşkere xwe dide der.
Baş tê zanîn ku Kurd weke hemwelatî li Tirkiyê bacê didin dewletê, leşkeriyê ji dewletê re dikin, hemû peywirên hemwelatîbûnê bicîh tînin. Eşkereye ku Kurd aktîf beşdarî sîyaset, jîyana kulturî û hilberînê jî dibin. Lê di fermîyetê de ew weke Tirkan tên pênasekirin. Kurd îro li Tirkiyê nifûsa wana zêdeyî 25 milyonan heye. Lê mixabin heta nûha Kurdî li dibistanan nebûye zimanê perwerdehîyê. Zimanê Kurdî nebûyê zimanekî pejirandî û xwedi statûyeke yasayî. Em weke hemwelatîyên Kurd ji dewletê daxwaz dikin ku zimanê Kurdî ji dibistanên seratayî heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehîyê. Ji ber ku ev maf yê hemû Kurdan e û Kurd jî bi tevahî û bêyî cudabûn vi mafê zimanê xwe himbêz dikin.
Eşkere ye ku zarokên Kurdan li Tirkiyê îro bi zimaneke biyanî perwerde dibin. Her çiqase zimanê Tirkî zimanê fermî be jî, dîsa jî bona zarokên Kurdan Tirkî zimanekî bîyanî ye. Kurd dixwazin bi zimanê dayîka xwe perwerde bibin. Ev bi her haweyî mafeke mirovî, civakî û kulturî ye. Ji bona ku mafê zimanê Kurdî normalize bibe, tirs û asteng li ber zimanê Kurdî rabin, divê zimanê Kurdî li tenişta zimanê Tirkî û li bajarên Kurdan bibe zimanê fermî jî.
Li aliyê din divê Kurd jî bi baldarî li zimanê xwe xwedî derbikevin û bi hemû haweyan zimanê xwe bikin beşek ji nasnama xwe. Zimanê Kurdi di nava civaka Kurdan de divê bibe zimanê hemû cûre pêwendiyên civakî. Zimanê Kurdî divê di hemû pêwendiyên rojane de were axavtin. Kurd divê bi zimanê xwe bazirganiyê bikin, sîyasetê bikin û çalakîyên kulturî lidarbixin. Divê hemû hunermend, nivîskar û rewşenbirên Kurdan karê xwe bi Kurdî bikin, xwedî li kultura xwe derkevin û rûmetê bidin kedkarê zimanê Kurdî ûhw.
Ango Kurd bi hevdû re bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bidin û bistînin, zimanê Kurdî di nava têkilîyên Kurdan de bikin helwesteke siyasî. Lê Kurd divê tucaran jî dijminatiya tu zimanên din ku li derveyî Kurdî ne nekin. Hemû ziman xwedî nirx in û divê mafê hebûn û çalakiya hemû zimanan were parastin. Parastina zimanê Kurdi tucaran nabe dijminayetiya zimanên cîran e. Parastina zimanan bi rastî erkeke mirovî ye. Bila li ser rûwê Dinyayê bi hezaran ziman geş bibin û mîrata mirovanti û sivîlisazyona me bi xwe re hîna dewlemendtir bikin!