Skip to main content

NÛDEM BÛ PÊPELÛK Û DERGEHEK JI BO NIVÎSKARAN

Berken Bereh helbestvaneki kurd e. Di sala 1954an de li bajarê Sirnexê ji dayîk bûye. Di sala 1978an de dest bi nivîsandinê bi zimanê kurdî kiriye. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîs û helbestên wî hatine weşandin û di pêvajoya salan de bi çendan berhemên hêjan afirandine.

Ev nivîsa wî bi minasebeta dehsaliya NÛDEMê di hejmara NÛDEMê ya 40î de hatibû weşandin.

Credits Berken Bereh Wêne: Murat Bayram May 11 2023

Ez dehsaliya NÛDEMê li we û li gelê kurd pîroz dikim û serkeftinê dixwazim. Bi gora ez dizanim li derveyî welêt kovara herî kevn û têr û tije NÛDEM e. Ji ber ku NÛDEM ferqiyet nexist navbera kesên ku li ser çand, ziman û wêjeya kurdî dixebitin roleke girîng lîst. (Nemaze ji bo nivîskarên li bakurê welêt dijîn). Nivîsên cûr bi cûr hatin weşandin û bi vê rêyê me karî nivîskarên xwe binasin û xwe derbibin.

Tiştekî din ya girîng me hemwelatiyên xwe yên li parçên din dijîn nas kir û di alî derûnî û ramanî de em nêzîkî hev bûn. Bandora zimanên dagirkeran bi vê rêyê qelstir bû li ser nivîskaran. Roj bi roj binhişiya me ji bandora zimanê dagirker dûr ket. Nivîs, herhem bêhtir bi rengên kurdewarî hatin xemilandin. Di alî mijar, teşe, şêwaz, hêma û hwd de di nav nivîskarên kurd de hevbeşiyek çêkir. Wekî din bi riya NÛDEMê nivîskaran karî xwe bigihînin her deverên kurd lê dijiyan. Ev bawerî, ev derûnî asoya nivîskaran fireheir û bi hêztir kir. Lewra dema yek nikare nivîsên xwe biweşîne wê hêdî hêdî destê xwe ji nivîsandinê dûr bixe. NÛDEM dîsa ji bo zirnanekî yekser û standard jî roleke girîng lîst. Nivîskar bi nivîsên NÛDEMê li devokên din jî haydar bûn. Heta jê hat xwe ji devoka xwe dûr xist. Bi kurtasî dikarim bibêjim di toreya me ya nûjen de NÛDEM bû pêpelûk û dergehek ji bo nivîskaran. Bi dilxweşî dibînim ku di her hejmarek nû ya NÛDEMê de rastî nivîskarekî nû têm. Ez ji bo vê xebata we ya pîroz spasdar im û serkeftinê dixwazim.

Beriya ku ez pirsa kengî li kovara NÛDEMê rast hatim bibersivînim dixwazim hinekî behsa rewşa civata me ya 20 salan bikim. Wek ku ez dizanim kovara bi zimanê kurdî (xwerû) di sala 1980 de hate weşandin. Ew jî ne şaş bim ji bilî du hejmaran negihişt destên nivîskarên li bakurê welet dijîn. Di salên beriya cuntaya 1980yî de hejmara kesên ku li ser ziman, çand û wêjeya kurdî radiwestiyan bi tiliyan dihate hejmartin. Wan jî ji ber bandora rewşa siyasî û polîtîkayê hema bêje wext nedidîtin ku li ser karê nivîsandinê têra xwe rawestin. Tiştê herî balkêş û seyr jî pirtûkên bi zimane kurdi hatine weşandin bi zêran jî mirov ne dikarî bi dest bixe û tunebûn jî. Tu têkilî, danûstandin di navbera nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê de nebû û kesî kes nas jî nedikir. Li sazî û komeleyên me kurdan xwedêgiravî me xebat ji bo doza mafên xwe yên netewî dikir lê bi hiş û zimanê dagirker. Piştî cûntaya 80yî heta salên 1990î ji ber pest û pêkutiyên dagirkeran û tunebûna weşanên bi zimanê kurdî hema bêje kesên keda xwe ji bo çand, wêje û ziman dirijandin çend kes bûn.

Hinek ji wan jî berê xwe dabûn Ewropayê û ji welêt dûr ketibûn. Ez bi xwe jî hatibûm nefîkirin û berê min dabûn derya reş.

Piştî çar salan, di sala 1994an de ku me karî em vegerin ser axa xwe bi reya ku hinga bi navê Welat, W, me saloxa NÛDEMê bihîst. Ji ber sedem hevnenasînê û qedexeya li ser weşanên bi zimanê kurdî (li bakurê welêt) encax di dawiya sala 1997an de ez rastî NÛDEMê hatim. Rebiyo ew çi roj bû! Tu car ji bîra min naçe. Hevalê ku kovar gihande min bêyî ku ez jê re spas bikim wek pitika bi rojan birçî mabe û xwe avetibe ber pêsîra diya xwe min dest bi rûpelên NÛDEMê kir û min pêşî wergerand û pişt re xwend. Hevalê min paşê ji min re got ku neh-deh caran milê min girtiye û kişandiye û ez bi xwe nehesiyame. Pişt re min ew kovar bi xwe re anî welêt. Hevalê ku ez pê bawer bûm dizanî ku êdî bixwîne û binivîse min kovar dayê lê mixabin wî êdî ew li min venegerand û bi gotina wî di şevek ku leşkeran li taxa wan avêtine ser malan wan kovar ji holê rakiriye.

Çiqas min xwest jî ji ber ku navnîşana kovarê li ba min tunebû û li derdora ez dijiyarn kesekî/e ku li ser toreya kurdî dixebite tunebû heta sala 1998an min nekarî NÛDEMê bişopînim. Û min ji xwarin û vexwarina xwe hinek kêm kir û min bi diravê ku berhev kiribûn ji xwe re computerek stend û evîna xwe ya salan bi reya internete av da.

Bi rastî hêza ku NÛDEMê da min nayê bilêvkirin. Bi salan ez bi hesreta peyvek kurdî jiyabûm û vaye kovarek xwerû û bi zimanê kurdî û nemaze li ser wêje, çand û zimên radiweste li ber destê min e. De ji vêya dilxweştir, hêzdartir tiştek heye gelo? Bi kurtasî dikarim bibêjim; mirov bi rojan li bin tava havînê û sehreya mezin bi darekê ve be girêdayî û bê vexwarin bimîne, pişt re yek were werîsê mirov pê hatiye girêdan biqetîne û erbikek tije bi berfa ava çiyayê Herekale hatiye dagirtin bide mirov.

Berxwedan û raperîna li bakur ya van 15 salên dawî, bi weşana rojname û kovarên li bakur, hêz û hêviyeke mezin xistibû nava dilê min. Lê tim me ji kesên koçberî Ewropayê bûn gazind dikir. Çima li ser ziman, çand û wejeyê nasekinin û serê xwe naêşînin û naxebitin. Lewra şert û mercên wan bêhtir guncaw e ango tu asteng li ber wan nîne (bi qasî me).

Nûdem di alî hevnasîna û têkiliya nivîskar û wêjevanên kurd yên li her derê dinyayê bû pir û sînor hilweşandin. Bi rêya Nûdemê em ji bin bandora zimanê dagirkeran xelas bûn. Hiş û mêjiyê me kurdan nêzîkî hev bûn. Em gihiştin berhemên nivîskarên ku di pêşiya me de jiyane, em li ser jiyan û berhemên nivîskarên kurd ên perçeyên din bûn xwedî agahdarî. Gava mirov li berhemên ku vê dawiyê hatine afirandin kûr hûr bibe dê bê xuyakirin ku ji aliyê naverok, wate, teşe û hêmayan de nêzîkahiyek çêbûye. Ez karim bibêjim ku NÛDEMê di nêzîkahiyê de roleke mezin lîstiye. Ji aliyê din ve wek hemû kovar û rojanemyên din NÛDEMê jî ji bo yeksaniya zimên jî rol lîstiye. Ango ji bo zimanekî bi rêk û pêk rûpelên xwe bi kar anîye.

Ji ber ku di navbera nivîskaran de cûdatî nekiriye û cih daye hemû berhemên hêjayî û xwedî nirx e, di asoya toreya me de rê vekiriye ku berhemên cihêreng bi bêhn û tehma xwe derkevin ser rûyê erdê û ji hev sûdê wergirin.

Wek dawî dikarim bibêjim ku NÛDEM ji bo wêjeya me ya nûjen bûye dergehek û ez hêvîdar im ku dê bi sedan nivîskar, helbestvan, dîrokzan li vê dergehê bikemilîne û bi serbilindî di wêjeya cîhanî de cihê xwe bigire.

NÛDEM, 2001

Like what you read?

Take action for freedom of expression and donate to PEN/Opp. Our work depends upon funding and donors. Every contribution, big or small, is valuable for us.

Donate on Patreon
More ways to get involved

Search