KEBANÎ Û MAMOSTE
Rewşen Bedirxan di sala 1909an de li Tirkiyê hatiye dinyayê û di sala 1992an de li Sûriyê wefat kiriye. Nivîskar, wergêr û hevkareke kovara Hawarê bû. Bi xwediyê Hawarê Mîr Celadet Bedirxan re zewicî bû. Wê li Urdun û Sûriyê weke mamoste kar dikir û di wê demê de ku jin ji hemû mafên xwe bêpar bûn, ew têkoşereke mafê jinan bû.
Xwendevanên ko çavên xwe li serameyên vê bend û vê stûnê bigerînin heye ko berî ewilî bibêjin, gelo di vê stûnê de ji me re qala dirûtin û aşbaziyê wê bikin. Ji ber ko bi adetî di van stûnan de qala van tiştan dikin. Ji milê din wê lê ecêbmayî bimînin û ji xwe bipirsin; kebanî û mamoste bi çi awayî gihane hev û ji bona çi?
Lê heke wan sebr bi xwe da û bi nivîsara min ve çûn û ew xwendin ewê bibînin ko heq di destê min de ye û divêt kebanî û mamoste bigehin hev û di her kebaniya kurdmanc de mamosteyek hebe.
Bê şik, wezîfa jinan a pêşin diyatî û kebanîtî ye. Ji bo jinan ji van pêştir tu wezîfe nîne û her kar û wezîfe di pey wan re têt. Lê gava mirov bala xwe dide û tesîra jinan li ser jiyana miletan a civakî derpêş dike dibîne ko jin rasterê û nerasterê û bi awayên têvel li jiyîna miletan kar dikin. Ji lewra jinan ji wezîfeyên xwe ên eslî pê ve wezîfeyin din ên eslî hene.
Mêrên ko qedera miletan di destên xwe de digirin li ber destên jinan bi xwedî dibin, terbiya xwe a pêşîn ji wan digirin û tiştên ko di zarotiya xwe de dielimin heta ax gorinan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hikim dikin. Ji lewra metelokê gotiye, kurmê şîrî heta pîrî.
Ji me jinên kurdmancan re ji vê pê ve tiştekî din jî heye. Ew wezîfe ji rewşa miletê me a xweser dijî. Ji lewre, jin û diyên kurmancan berê xwe didim we, ji we, ji we bi tenê re dibêjim.
Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me ê mezin û xedar nezanî ye. Nik miletên xudan hikûmet û teşkîlat vê nexweşiyê di xestexaneyên xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîjkên wê xestexaneyê ne.
Miletê me ne xwediyê wan xestexaneyan e. Miletê me miletekî bê teşkîlat, bê xwedî û serî, miletekî belawela ye û di bin hikmê miletin de ye. Lê dijminê me ê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em şerê wî dijminê xedar bikin. Di vî şerî de jî ji me jinên kurdmancan re divêt ko arîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezaniyê xelas bikin.
Ev xebat ji me, ji jinên kurdmanc re ji hemû jinên dinyayê bêtir divêtin. Ji ber ko zaroyên xelkê gava diçin dibistanê berî her tiştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekî diçin dibistanê bi zimanê xelkê dielimin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ko me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê.
Ji lewre diyên kurdmancan ji diyên her welat û miletî bêtir divêt bi xwendina zarokên xwe mijûl bibin û beriya ko ew ji destên wan bifilitin û bikevin dibistana xelkê, wan hînî xwendin û nivîsandina zimanê wan bikin.
Ji bona vê yekê jî ji diyên kurdmancan re divêt berî ewilî ew bi xwe hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin da ku bikarin zarokên xwe jî hîn bikin.
Eve Hawar ji nû ve derket, yên ko kêm û zêde bi tîpên kurdmancî nas dikin, bi xwendina Hawarê dikarin zanîna xwe pêş ve bibin û yên ko yekcar nizanin divêt dest bi hînbûna elfabiya xwe bikin.
Xwehên min, ez ji we re sekinî me. Ji min re binivîsin, tiştên ko ji bo hînbûnê ji we re gerek e, ez ê wan bi dilxweşî ji we re bişînim. Bi pêkanîna daxwaza we xweş bizanin ez tu minetê li we nakim, lê mineteke mezin li xwe dikim, ji ber ko hun bi vî awayî rê didin min ko ez xizmeta welatê xwe bikim.
Xweyîngino, ez carek din dibêjim, me jinên kurd ên îro, yên ko nifşê miletê me yê ayendê li ber destê xwe bi xwedî dikin, me du wezîfeyên giran hene, hînbûn û hînkirin. Ji lewre ji me re divêt berî pêşin em bibin şagirt û di pey re mamoste, mamosteyên zarokên xwe.
HAWAR, 1941