Skip to main content

Dawa kirasê dayê

Lorîn S. Dogan: Di sala 1975an de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Li zanîngeha Dîcleyê beşa Bîyolojî qedandiye. Li Diyarbekir dijî. Kitêbên wê yên hatine çapkirin; Kirasê Teng (Çîrok, Avesta, 2007), Destên Vala (Çîrok, Avesta, 2012), Sindoqa Girtî (Çîrok, Avesta, 2020).

Credits Lorîn S. Dogan May 11 2023

Ev sed û sî roj in, min û sêwiyên xwe me derî li xwe girtiye. Lê xilqandina derî jî têrî hedinandina tirs û kêferata ku di nava dîwaran de dike kalekal nake. Her cara şingeşing tên guhên me, bi kêferatekê em xwe didin ber stûnên odeyê yên qorziyan. Dîwarên qulqulî bûne, dihêlin em bêhtir xwe di hundirê xanî de bimelisînin… û her cara ku şingeşinga derve bi ser dengê Xweda dikeve, ez li ber xwe didim ku ji sêwiyên xwe re çîrokekê bibêjim. Sêwiyên min carina min lê hay dikin û dibêjin, “Dayê, ev bû çend car ku te ev çîrok got jixwe!”

Sêwiyên min ji nanê şilikî ku tenê rojê carekê ez didim wan tu gazinan nakin û nabêjin em birçî ne jî. Daxwaza bavê xwe jî nakin. Ew dizanin ku li vî bajarî hemû kes bêbav maye! Dizanin xwişk û herdu birayên wan yên mezin çima ne li mal in.

Tevî ku min ji wan re qet qala tiştekî nekiriye jî, ez pê dihisim ku carina dev û guhên xwe dixin ber hevdu, dikin pistepist û dibêjin, “Kekên me ji bo yên dixwazin bajarê me talan bikin neyên me nekujin, li dora bajêr şer dikin!” Ew ne li ser bavê xwe digirîn û ne jî daxwaza xwişk û birayên xwe dikin! Şeveqa kûr hîna ez li dora xwe nefitilîme, dimeyzênim ku beriya min rabûne û di dest û dawa wan de kulmek berik. Beriya ku bi wan de bixeyidim, xwe diçilmisînin û bi dengekî melûl dibêjin, “Dayê willeh em neçûn kolanê, me ew ji hewşa malê dane hevdu.” Bi gotina wan re ez cih de diçim li dora xanî dizîvirim û li mîrata şingeşinga şevê ku dîwarê qulqulî û berik li dewsa xwe hiştine dimeyzênim… û ez pê dihisim, her ku şingeşing zêde dibe, bajar xopan dibe. Her ku bajar xopan dibe, cîran kêm dibin!

Çiqasî ji cîranên min gelek kesan xwe li sînor dabin jî, çavên min barnabe ku ez ciwanên xwe û miriyên xwe li vir bihêlim û berê sêwiyên xwe bidim welatê nenas. Jixwe laşê zilamê min jî bi ser min de nehat! Dibêjin, ji zêdebûna kesên mirî, êdî term ji hevdu nayên naskirin. Dibêjin, himet nîn e rahijin miriyan û hema li dewsê, laşê hevalê li kêleka xwe ketî vedişêrin. Sêwiyên min li dora min, tenê li ber xwe didim dengê çîrokên xwe bi ser dengê şingeşinga derve bixim… û li hundir tu zad jî nemaye!

Êvaran dema hemûyan dikim bin lihêfekê, heta sibehê li ber serê wan rûniştî dimînim. Ez li rêyekê digerim ku hinek arvan peyde bikim. Ku di xew de dengê guleyan dikin, bi qêrîn xwe bi min ve zemttir dikin. Wê kêliyê ez her tiştî jibîr dikim û tenê dixwazim dîwarên xanî qewîntir bibin.

Lê zad!… bala min dîsa diçe ser arvanê binê çiwal. Sêwiyê min her şeveq diçin ji dora xanî berikan didin hevdu… û ez her şeveq diçim li arvanê li ber qedandinê ye meyze dikim! Her ku binê çiwalê arvan xuya dike, tirs û kêferata min dijwartir dibe. Bi çend caran ez çenga xwe li nav arvan dixim û ji xwe re dibêjim, “Tenê rojek du roj!... lê dû re?” Çavekî min li berikên di dawa wan de, çavekî min li arvan… û her ku hejmara berikên dawa wan zêde dibin, arvanê min kêm dibe. Her ku arvan kêm dibe, hemû çîrokên xwe yên dizanim jibîr dikim.

Arvan, berik û çîrok li ber hevdu dikevin xefkê de. Berik arvanan tune dikin! Binê çiwalê vala dest û lingên min li hev digerîne, xewê li min diherimîne. Hîna şeveqa kûr beriya ku herin ji dora xanî berikan bidin hevdu, di hundirê xanî de diçim û têm, li dora xwe difitilim. Jixwe ji dema şingeşingê bajar kiriye xopan, ne nanpêj ne jî tu dikan nevekirîne. Jixwe cîran jî nemane! Destxweha min Fatimê tê bîra min. Qasî dizanim, wê xwe li sînor nedaye. Bi dest re xwe kar dikim. Lê hay dibim ku her çar zarok ev bîskekê ji bin lihêfê li min temaşe dikin. Tenbihiyê li zarokan dikim û dibêjim, “Ez ê di gava xwe de vegerim.

Qurbana zarokên xwe, heta ez werim hûn ji mal dernekevin û derî jî ji kesekî re venekin.” Ji awirên wan derdixim ku zarok ditirsin ez bi ser wan de neyêm. Li ber wan rûdinim, destê xwe li ser serê wan re dibim, wan maçî dikim û dibêjim, “Mala destxweha min Fatimê… ne hûn jî nas dikin, gelekî nêz e, li serê kolanê ye. Hema di gavekê de ez ê herim û werim.

Qurbana zarokên xwe, hema heta ez werim…” Tirs û taswasa awirên wan, êşekê bi sînga min dixe, qereman li min dişkîne. Lê ez mecbûr im, beriya dengê guleyan zêde bibe ez mecbûr im çengek arvan peyde bikim. Hîna min sola xwe nexistiye piyê xwe, kurê min yê piçûk Arî xwe bi dawa min ve zemt dike. Dilê min ranagire ez dilê wî bihêlim. Bi destê Arî digirim û beriya derî li dû xwe bigirim, ji sêwiyên xwe yên şik û tirsê daye ser awirên wan dîsa dibêjim, “Qurbana zarokên xwe, ez ê zû vegerim.

Bi hilkehilk didim ser rêya kolanê. Li deriyê Fatimê dixim û daxwaza çengek arvan dikim. Fatimê destxweha min bêyî tiştekî bipirse, cih de kîsikekî naylonî tije arvan dike û dide destê min. Bi minetekê diçim destê wê û derdikevim.

Destê min li destê Arî şidandî, dengê hilma min bi ser dengê giregira piyên min dikeve. Hîna serê kolanê nefitilîme, şingeşing û berik li dora me dileyizin. Ez xwe li ber hêt dimelisînim. Çavên min li rêya malê, guhên min li ser şingeşinga berikan. Herdu çengên min yên li Arî pêçayî min vediciniqînin. Kîsikê arvan yê ji destê min hilpekiyaye, axînekê bi min dixe. Dengê Arî awira min ya kelogirî ji ser arvanê rijiyaye erdê dişemitîne.

- Qey gule di dawa kirasê dayê de naçin? Qey gule nikarin dawa kirasê dayê qul bikin, dayê?

Dengê kurekura xwe ya ku min li xwe nedanîbû li ser bavê zarokan bikim, dikim. Arvanê ku li ber ba diçe jibîr dikim. Dawa xwe bêhtir li Arî dipêçim.


Like what you read?

Take action for freedom of expression and donate to PEN/Opp. Our work depends upon funding and donors. Every contribution, big or small, is valuable for us.

Donate on Patreon
More ways to get involved

Search