helbestên ji aliyê Abdulla PEŞÊW
Abdulla PEŞÊW di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya mamostayan li Hewlêrê temam dike. Di navbera salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê mamostatî dike. Di 1973yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa îngilîzî û rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê mamostatî kiriye. Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.
تا دێ شیعرم خۆشتر دهوێ،
چونكه شیعر وهك شۆخێكی دوودڵ وایه -
ههموو ڕۆژێک
جێ و كاتی ژوان نیشان دهكهین،
به دهگمهن دێ... یا ههر نایه!
16/2/1975 – مۆسكۆ
.
.
.
نیشتمانم- نووشتهیهكه،
عومری ههزاران ساڵ دهبێ.
كه نووح بۆی كردم، پێی گوتم:
"وریابه، كهس نهیكاتهوه.
بكرێتهوه بهتاڵ دهبێ!"
7/8/1978 – كرایفسڤالد
.
.
.
كه وهفدێ دهچێته شوێنێ،
بۆ سهر گۆڕی سهربازی ون،
تاجهگوڵینهیهك دێنێ.
ئهگهر سبهی
وهفدێك بێته وڵاتی من،
لێم بپرسێ:
كوانێ گۆڕی سهربازی ون؟
دهڵێم:
گهورهم!
له كهناری ههر جۆگهیێ،
لهسهر سهكۆی ههر مزگهوتێ،
لهبهر دهرگهی
ههر ماڵێ، ههر كڵێسهیێ،
ههر ئهشكهوتێ،
لهسهر گابهردی ههر شاخێ،
لهسهر درهختی ههر باخێ،
لهم وڵاته:
لهسهر ههر بسته زهمینێ،
لهژێر ههر گهزه ئاسمانێ،
مهترسه، كهمێك سهر داخه و
تاجهگوڵینهكهت دانێ!
5/11/1978 - مۆسكۆ