Hoppa till huvudinnehåll
I see you in an amber
1 min läsning

Du helbestên Dilşa Yusuf bi kurdî.

Dilşa Yûsûf helbestvan, rojnamevan û wergêr e. Helbestên xwe bi kurdî û erebî dinivîse. Kitêba wê ya pêşî di sala 2002an de hate weşandin. Heta niha 12 kitêbên wê derketine, dudu ên wê, deh jê werger in. Ew endama komîteya birêvebir ya PENa kurd e û di PENa kurd de seroka komîteya nivîskarên jin e. Dilşa Yûsûf li Swêdê dijî.

PEN/Opp di vê hejmarê de du helbestên Dilşa Yusuf bi kurdî diweşîne.

Credits Dilşa Yûsûf 16 februari 2023

Bakurê Dil

Bakurê dilê min e ew.
Di çavên wî de di meyinim
hunguvê tehlîşka evînê.
Şima mûma min e ew.
Her şev
şevbuhurkên tenhabûnê cîjwanin.

***

Di rojek serê payizê de
xak bi baranê nermijî
min ew wendakir
bê xatir
li wir…
li bakûrê dil.

Cemserê Din
Gava ez wek rûbarekî
tersî cihnûmayê
diherikîm.
Te ji xwe re qiblegah
avadikir.

***

Dema ji rojhelata min
roj bilind dibû.
Li rojava,
di asoyên tarî de,
te xefik vedidan
li pêş omîdan.

Ne tu bû!
em pêrgî hev hatin,
li hinda gelawêjê,
li ser duriyana
riya kadizê.
Te stêrkên rijiyayî
berhev dikirin.

***

Tê kengî ji şîr vebî
û berdî hilmijandina
pêxîra min?
Emê nebarin
ger tu nebî cemserê din.

Like what you read?

Take action for freedom of expression and donate to PEN/Opp. Our work depends upon funding and donors. Every contribution, big or small, is valuable for us.

Ge en gåva på Patreon
Fler sätt att engagera sig

Sök